top of page

HORÃŒYA XEWNA MIN

Çavên min bêxevin seriyê min şêt e,

Dil û hinav li min wek ar û pêt e.

Çi bikim horiya xevna min,

Tu ne halê min dibînî ne jî dengê min tê te..


Ji te pêve nikarim tiştekî bêjim,

Li ser eşqa te ez dîn û gêjim.

Rojê deh caran qiblegeha min tu yî,

Li ser postê evîna te ez bi destmêjim..


Gava dengê te neyê min ji min dûr dibe,

Agirek li nava dil cergê min har û hildibe.

Kesek nizane ka çima wisa,

Çavên min ewr digrin pê re şil dibe..


Abdullah Yavuz

bottom of page