top of page

ÅžAXEGUL


Kîça min

Gula Şaxê, şaxa gula min

Sebir, kul û kerba min


Xwestin gulan biçilmisînin

Di meha gulan de

Li rûyê te yî gulî


Dest avêtin baskê kevoka min

Basko kirin li Cudiya miradan

Bê mirad hîştin xezala seklavî


Serê xwe şor nakim

Çunîne girî

Ma li pey şepalan dibe şîn û girî?


Tu berze nîn î berz î li dilan

Li piya ne av û gulên welêt îro

Amede ne ji bo şûştina guliyên te


Ka veke çavan bike xîret

Kenekî bide ji rûyê geş

Ne tenê ez berxa min

Hemû welêt ji te gelek minnet...


ÃŽhsan BÃŽRGUL


bottom of page