24 Oca1 dakikada okunurKURT-MANCÎ[jiyan] Soleke teng bû jiyanLew Bêxwaz dimeşiyam [avrû] Perda rûyê te Di kîjan sehneya jiyana te de qetiyabû ? [dilal] Ewê gurî Siyabend bû Li ber dilê xecê [pezbend] ji dilê min dernayê kula wê mêşina rehîne li guherê [umet] Em ji jinbava umetê bûn Bavê me Adem, dêya me Hawar! Îsrafîl li sûrê de Kurd ê rabin govendê! [teografî ]Nivîsa ewil bû Ya bi mîxê Xwedê hatî nivîsandin Li nehtika me ya gewr . [halusînasyona muzîkal]paşîva dengê daholê min def dibihîst [ malnemîrat! ] Ji bilî Her sê kevirên jinberdanê Çi ji te re mîrat mabû Ji şoreşa neolîtîkê ? [rekonstruksiyon -1] "Jin, darê di me de şikestî ye." [rekonstruksiyon -2] “Aqilê sivik barê keran e” [leyla-n] leylana Mecnûn bû evîn li çolistanê… [bavkuştî] Heta ji bavkuştiyê xwe re negot, 'bira!' Bavê wî nemiribû… [darmiraz] Sêr bû yadê dara me ya mirazan [ dirûşm -1] Bi kurdî tu kurd î ! [ dirûşm -2] Kurd yektew e , lê natewe ! [ zexel ] * Barê xwe da oxirê , piştiyê xwe da felekê… *(Îlham ji çîroka Weysel Tirpan a bi navê “Zexel”) [kolaj] Te ji diwêr re got Lê ew , li benda fehmkirina bûkê ma Ji wê rojê ve ye We tiştek ji hev fehm nekiriye Tu : bilûra ber guhê ga Dîwar : gayê xwedê Bûk : di guhê ga de ! Ji aqil meke pirsê Axirdewran bû li Xursê Kurd çû hawara Qudsê[sober] Kurdî behr bû lê ez ne tu sober bûm. [xwezî] Di bin barê hêviyan deXûz bû xweziyên me [pirbêj] Aşê me çûbû me dabû pey leqleqê. [bêhnok] Neçe, bêhna hevoka min bi te dertê... [roja xîretê] Bi tenê Rojeke pîroz hebû Di salnameya me de Ew roj jî betlaneya me bû... [fêrheng] Di mala me de du ferheng hebûn: Bavo, Dayê ! Dayê, çapa berfirehkirî bû. [duet] Dîko , Xwezî rojekê Kilfeta te jî bi te re duet bikira ! [state-skop] Polêsê li GBTê nihartî Go, "tu kunêrek î li ser sînga dewletê" Şabaş ji Xwedê re! [zoon polîtîkon] Însan mêşineke polîtîk e. [enstrûmantal] Defa sînga min ji bo te lêdide. [helalxwir] Dewlet dikare bi xwêdana eniya min salê du donim erdê bejî av bide. [hamberî] Kurên xelkê di meclîsê de wekîl in , Heçî yê me ye Wekîlê silavan e! [îkonografî] Çi nexşekî ezamet dît li dîwarê dêrê Reb dimêt sînga Meryemayê Got : Rebiyo, te zarokatiya xwe bidîta ,çi şîrîn! [bîrov] carna tu li tifekê dihesilî ewa sereqet te rûyê xwe jê dihêvişand [şûrê dudev / şora dudev] xeberdan / dan xeberan [S.O.S] "Bi sê dengan kirin gazî" *SOS (Save Our Souls) [demans] Car caran "bira!" digot ji dijminê bavê xwe re. [xulqê min î fireh] dinya, di 6 rojan de xuliqî ez di neh meh û deh rojênneşikandî de roja yanzdan vehesiyam [satil û sîtil ] satileke çûçik xweziya xwe bi sîtilê dianî.guno , nedizanî wê çi têkevê ! [ayîkên balîstîk] Bi tenê Nifir mabû ji cebilxaneya min Heger bihingafta Bi qasî topa Xwedê şedîd... [rist û mist] ”û heçî helbestavan e divê rista wî ji mista wî xurttir be li nav guhê dijmin “ [qeba qedîm] hûn sed û bîst û çar hezar û ezbi tenê qaqebo ! [debar] Çi cara dertêm sûkê Destê dewletê Di kûrika xwe de zeft dikim [helal û heram]Di îtîqada te de Masturbasyon heram e Cariye helal. Çi bêjim ‘Helal be’ ji te re! [daxwazek] Xwezî Ez wek eshabê kehf bûma Û min ev dewra qûnek Di xew de derbas bikira. [maçe-pirs] Sermayê terikandibû lêvên te Yan cotek lêvên sar ? [enî] eniya xwêdayî ye bo me eniya xwedayî me çi'j sicdeya te ye? [çilingir] Ji bilî yê Xwedê mor kirî Hemû derî tên vekirin. Mîrşem Koçer
[jiyan] Soleke teng bû jiyanLew Bêxwaz dimeşiyam [avrû] Perda rûyê te Di kîjan sehneya jiyana te de qetiyabû ? [dilal] Ewê gurî Siyabend bû Li ber dilê xecê [pezbend] ji dilê min dernayê kula wê mêşina rehîne li guherê [umet] Em ji jinbava umetê bûn Bavê me Adem, dêya me Hawar! Îsrafîl li sûrê de Kurd ê rabin govendê! [teografî ]Nivîsa ewil bû Ya bi mîxê Xwedê hatî nivîsandin Li nehtika me ya gewr . [halusînasyona muzîkal]paşîva dengê daholê min def dibihîst [ malnemîrat! ] Ji bilî Her sê kevirên jinberdanê Çi ji te re mîrat mabû Ji şoreşa neolîtîkê ? [rekonstruksiyon -1] "Jin, darê di me de şikestî ye." [rekonstruksiyon -2] “Aqilê sivik barê keran e” [leyla-n] leylana Mecnûn bû evîn li çolistanê… [bavkuştî] Heta ji bavkuştiyê xwe re negot, 'bira!' Bavê wî nemiribû… [darmiraz] Sêr bû yadê dara me ya mirazan [ dirûşm -1] Bi kurdî tu kurd î ! [ dirûşm -2] Kurd yektew e , lê natewe ! [ zexel ] * Barê xwe da oxirê , piştiyê xwe da felekê… *(Îlham ji çîroka Weysel Tirpan a bi navê “Zexel”) [kolaj] Te ji diwêr re got Lê ew , li benda fehmkirina bûkê ma Ji wê rojê ve ye We tiştek ji hev fehm nekiriye Tu : bilûra ber guhê ga Dîwar : gayê xwedê Bûk : di guhê ga de ! Ji aqil meke pirsê Axirdewran bû li Xursê Kurd çû hawara Qudsê[sober] Kurdî behr bû lê ez ne tu sober bûm. [xwezî] Di bin barê hêviyan deXûz bû xweziyên me [pirbêj] Aşê me çûbû me dabû pey leqleqê. [bêhnok] Neçe, bêhna hevoka min bi te dertê... [roja xîretê] Bi tenê Rojeke pîroz hebû Di salnameya me de Ew roj jî betlaneya me bû... [fêrheng] Di mala me de du ferheng hebûn: Bavo, Dayê ! Dayê, çapa berfirehkirî bû. [duet] Dîko , Xwezî rojekê Kilfeta te jî bi te re duet bikira ! [state-skop] Polêsê li GBTê nihartî Go, "tu kunêrek î li ser sînga dewletê" Şabaş ji Xwedê re! [zoon polîtîkon] Însan mêşineke polîtîk e. [enstrûmantal] Defa sînga min ji bo te lêdide. [helalxwir] Dewlet dikare bi xwêdana eniya min salê du donim erdê bejî av bide. [hamberî] Kurên xelkê di meclîsê de wekîl in , Heçî yê me ye Wekîlê silavan e! [îkonografî] Çi nexşekî ezamet dît li dîwarê dêrê Reb dimêt sînga Meryemayê Got : Rebiyo, te zarokatiya xwe bidîta ,çi şîrîn! [bîrov] carna tu li tifekê dihesilî ewa sereqet te rûyê xwe jê dihêvişand [şûrê dudev / şora dudev] xeberdan / dan xeberan [S.O.S] "Bi sê dengan kirin gazî" *SOS (Save Our Souls) [demans] Car caran "bira!" digot ji dijminê bavê xwe re. [xulqê min î fireh] dinya, di 6 rojan de xuliqî ez di neh meh û deh rojênneşikandî de roja yanzdan vehesiyam [satil û sîtil ] satileke çûçik xweziya xwe bi sîtilê dianî.guno , nedizanî wê çi têkevê ! [ayîkên balîstîk] Bi tenê Nifir mabû ji cebilxaneya min Heger bihingafta Bi qasî topa Xwedê şedîd... [rist û mist] ”û heçî helbestavan e divê rista wî ji mista wî xurttir be li nav guhê dijmin “ [qeba qedîm] hûn sed û bîst û çar hezar û ezbi tenê qaqebo ! [debar] Çi cara dertêm sûkê Destê dewletê Di kûrika xwe de zeft dikim [helal û heram]Di îtîqada te de Masturbasyon heram e Cariye helal. Çi bêjim ‘Helal be’ ji te re! [daxwazek] Xwezî Ez wek eshabê kehf bûma Û min ev dewra qûnek Di xew de derbas bikira. [maçe-pirs] Sermayê terikandibû lêvên te Yan cotek lêvên sar ? [enî] eniya xwêdayî ye bo me eniya xwedayî me çi'j sicdeya te ye? [çilingir] Ji bilî yê Xwedê mor kirî Hemû derî tên vekirin. Mîrşem Koçer