top of page

Dengbêjê Xwe Digerim


Bêdengiya şevê re mexel hatibû jan û helbest.Tarî hebû tariya spêdê, zeraqê tavê û ez hebûm. Hişbûn barî ji barê ewra.Bêhna xemê belav bu, kulîlka kerb ê vebu. Ev kerb rijîya ser rista, bi peyvên xemgînî bû helbest.


Risteyan xwe bi xemgînî kom dikirin li ser hev û ji her aliyî ve peyvan xwe diberda meydanê. Şev direcifî, pênûs disincirî, peyv dibişkivî, hemû keser û giyanên mirî bi helbesta re ji nû ve diafirî.


Kurte kurt ji we re bibêjim

Ez ne dîn û ne jî gêjim 

Di nav vê jiyana kembax

Roj bi roj  diêşim 

Bêkesim bê zimanim  

Li vî bajarê kerran de 

Dengbêjê xwe digerim


Di nav êş û xeman de

Ho dengbêjo tu li kûrî

Ha ve ezim bi qirkirî

Va ye gabar bi şewitî

Va ye welat xirabûyî

Ho dengbêjo, êşstiryo

Tu saxî an tu mirî yî

Ji me rijiya xwîn û girî

Ma çima tu nayê û nastirî


Ho dengbêjo tu nizanî 

Çi hat serê me salên dawî 

Talan kirin efrîn û kobanî

Ji qurm ve hilkirin darê sed salî


Ho dengbêjo dilbirîno

bo qedrê xwedê guh bide vî evdalî

Were rûne bi mêvanî

Deynim ber te êş û kulê vî welatî

Ho dengbêjo  tu zaneyî

Ne hewceye bêjim çar zimanî

Va ye hewqas belangazî 

Bese êdî ev bêdengî 


Jan Yekta


bottom of page